Serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnsonê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) dihate dermankirin, piştî 22 rojan vegeriyaye ser karê xwe.
Boris Johnson îro ew ê bi rêya vîdeo konferansê serokatiya civîna Lijneya Wezîran bike. Dîsa tê texmînkirin ew ê beşdarî civîna çapemeniyê jî bibe.
Rojnameya Telegraphê gotiye ku Serokwezîr Boris Johnson dibe beriya 7ê Gulanê tevdîrên li hemberî Covîd-19yê sist bike.
Alîkarekî Johnsonî bêyî ku navê wî were aşkerekirin ji rojnameyê re gotiye, Serokwezîr dibe tedbîran sîst bike.
Tedbîr
Li Îngiltereyê di 23ê Adarê de derketina derva hatibû sînordarkirin. Ji bilî dermanxane û marketan hemû kargeh hatibûn girtin.
Ev karantînaya qismî di 16ê Nîsanê da 3 hefteyên din jî hatibû dirêjkirin.
Dermankirina Johnsonî mehekê dewam kiriye
Testa Serokwezîr Johnsonî ya Covîd-19ê di 27ê Adarê da pozîtîf derketibû. Her ku çû rewşa wî xirab bû. Li ser vê, di 5ê Nîsanê da ew rakirin nexweşxaneyê. Li beşa nexweşiyên giran dihate dermankirin.
Johnson di 9ê Nîsanê da ji vir hatibû derxistin û di 12ê Nîsanê da jî ji nexweşxaneyê hatibû derxistin. (FD)
Çavkanî: AA