Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê, aşkere kiriye ku ew bi vîrusa Covîd-19yê ketiye.
Johnsonî li ser hesabê xwe yê Twittera nivîsandîye û gotiye, "Di 24 saetên dawîn da çend nîşaneyên kêm ên Koronayê bi min ra hebûn. Testa Koronayê ji bom in hate kirin û encama wê pozîtîv derket. Min niha xwe bixwe xistîye bin karantînayê. lê bi rêya vîdeokonferansan ve ezê di serokatiya hikûmetê û şerê li dijî vîrusê de berdewam bim."
Johnsonî ji gel xwestîye ku bila pabendî biryara qedexekirina derketina derve bin û di cîbicî kirina vê biryarê da berdewam bin.
Herweha li Brîtanyayê rojek bere Charlesî, Prensê Gallerê jî bi vîrusa Covîd-19yê ketibû. (AO/AY/FD)