Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) berdewam in.
Duh bi şev balafirên şer û yên bêmirov ên biçek ên Tirkiyeyê gelek deverên Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama bombebaranên Tirkiyeyê de hejmareke sivîl birîndar bûne.
Depoyên çaksazkirina zeviyên petrole û istasyona elektrîkê ya bajarokê Rimêlanê, bîrên petrol û gazê yên navçeya Tirbêspiyê, bîrên nêzî Girê Pîrê yên li Tirbespiyê, bendeke kontrole ya hêzên ewlekariya hundirîr ya li nêzî gundê Şîrkê yê bajarê Dêrikê, yeke li Qamişloyê, kargeha gazê ya li gundê Siweydiyê yê Dêrikê çendîn cih in ku hatine bombebaran.
Êrîşek li dijî girtîgeha Hesekeyê pêk hat
Vê sibê saet li derdora 07.30 deqîqeyan sibê li dijî girtîgeha Hesekeyê êrîşek pêk hat. Li gorî zanyariyan nehatiye zanîn bê kê êrîş pêk aniye. Di êrîşê de ziyanên madî li avahiya girtîgehê bûye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşê de daxuyaniyek weşand:
"Saet di 7:30an de li dijî girtîgeha Sîna yên çeteyên DAIŞê tê de hatine girtin, êrişa bi moşekan pêk hat. Di êrişê de beşa Eşbal El Xîlafe hate hedefgirtin. Di encamê de hin girtî bi sivikî birîdar bûn.
Her wiha di êriş de bi dehan girtiyên rêxistina terorîst hewl dan ji girtîgehê birevin, lê belê tedbîrên ewlehiyê yên hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtine, rê li pêşiya hewldana wan girtin."
Di 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2022ê de şaneyên DAIŞê êrîşî heman girtîgehê kiribû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî hefteyekê êrîş têk biribû.
Di 72 saetan de 80 navend bombebaran kirin
Li gorî heman nûçeya ANHAyê, di 72 saetên dawiyê de 80 navend bombebaran kirin.
Di encama van êrîşan de gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê av û bê elektrîk mane.
PKKiyan di 12ê Kanûna Paşiyê de li Zapê êrîşî baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê kir û 9 leşker li vir mirin. Tirkiyeyê piştî vê bûyerê, dest bi êrîşên li ser Rojavayê kir. (FD)