Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derva ya Bolîvyayê hat weşandin de hatiye ragihandin ku ji bo balyoziya Amerîkayê, Walter Oscar Serrate Cuellar hatiye wezîfedarkirin.
Cuellar Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Bolîvyayê ye.
"Wezîra Karên Derva Karen Logarîc, balyoz Walter Oscar Serrate Cuellar ê ku Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Bolîvyayê ye wek balyozê Amerîkayê wezîfedar kir."
Lê ji bo ku Serrate bikaribe dest bi wezîfeyê bike divê Meclisa Senatoran a piranî jê alîgirên Morales in tayîna wî erê bikin.
Bolîvyayê di sala 2008an da bi pêşengiya Morales va ji ber hinceta ku Amerîka tevlî karên wan ên navxweyî dibe balyozê xwe yê Amerîkayê vekişandibû û rêveberiya Washîngtonê jî bi heman şêweyê bersiv dabû.
Krîza li Bolîvyayê
Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da deq û dolab hatine kirin û li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku bila derkevin kuçeyan.
Ji ber encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin bê betalkirin û ji nû va bê kirin û Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va hilbijartinê bikin. Lê piştî vê mixalefetê gotibû ku bila Morales di hilbijartinê da cih negire û heke ew têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.
(MB)
Çavkanî û wêne: AA