Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor nûçeyaka Bloomberg Newsê ji ber ku Tirkiyeyê fûzeyên S-400 kirîne, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê cezayan bide Tirkiyeyê.
Bixwîne - DYA dê parçeyên balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê
Li gor nûçeyê desteya rêveberiyê ya Donald Trumpî li ser dayina hin cezayên taybet dixebite. Bloombergê diyar kiriye Lijneya Ewlehiya Netweyî ya DYAyê, Wezareta Karên Derve û Wezareta Xezîneyê bi hev re dixebitin. Armanca wan ew e ku “xezîneya Tirkiyeyê ya ku ji xwe lawaz e dê lawaztir bikin.”
Li gor sê çavkanîyan cezayê ku dê bê dayin dê ji bo şirketên çek û teqemeniyan yên Tirkiyeyê bê dayin. Rê dê li wan bê girtin ku ew sîstemên fînansê yên DYAyê bi kar bînin. Herweha şirketên Amerîkayê dê çek û parçeyên çekan nefiroşin wan şirketan.
Amerîkayê gotibû ew ê parçeyan neşîne
Ji bo balafirên F-35 li Tirkiyeyê kar bikin hin parçeyên ji projeya f-35ê divîya li wî welatî bihata bicihkirin. Lê Amerîkayê diyar kiribû ku ew ê wan parçeyan neşînin.
Bixwîne - Pompeo û Çavuşogluyî hev dîtin lê Krîza F35an çareser nebû
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê, Charles E. Summersî gotibû:
“Heta Tirkiye dest ji standina S-400an neberde, parçeyên ji bo firîna balafirên F-35 dê ji bo wî welatî neyê şandin.
“Heke Tirkiye S-400an bikire, pêvajoya beşdarbûna wê ya li projeya F-35an de dê bikeve di metirsîyê de.”
Rûsya dê hem kredî hem çekan bide
Sergey Çemezov Serokê Rosthehê ku şîrketa berevaniyê ya Rûsî ye ji rojnameya Kommersantê re axivîbû.
Bixwîne - DYAyê perwerdeya pîlotên Tirkiyeyê daye sekinandin
Çemezovî agahiyên derbarê firotina 4 S-400î de erê kiribû.
Herwiha Çemezovî ragihandibû ku hevdîtinên ji bo krediyan wê ji bo Tirkiyeyê bê dayin.
(PT/MB)