Heyeta Bloka Aştiyê duh li Girtîgeha Edirneyê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ziyaret kir.
Parêzer Îbrahîm Sinemillioglu û Ayşe Başar diyar kirin ku Demirtaş di wê ziyaretê de gotiye: ““Divê di van rojên ku tundî û qetlîam zêde ne de dengê aştiyê zêdetir derkeve.”
Hevdîtina heyetê ya bi Demirtaş re bi biryara dadgehê ve hate qeydkirin.
Parêzer Başar ji bianetê re axivî û diyar kir ku beriya hevdîtina bi Demirtaş re rayedarên dewletê ji wan re gotine ku eger di hevdîtinê de not were hildan dê bi biryara dadgehê ve dest danin ser wan yekan û wiha got: “Eger rewşeke din bûya min ê vê yekê bi ti awayî qebûl nekira. Ji ber ku ez bi ser navê Blokê ve çûm, min vê yekê qebûl kir. Ev yek li dijî her qanûnê ye û pêkanîneke bêhiqûq e.”ü
Her wia endamên Blokê ddestnîşan kirin ku dema ew ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê heta gihiştine wir 3 caran ji kontrola GBTê derbasbûne.
“Bi Seferberiya Milî ve rê li ber siyaset demokratîk tê girtin”
Hevberdevka Bloka Aştiyê Ayşe Erzan daxuyanî da çapemeniyê û wiha got:
Parêzer Ayşe Başar jî peyama Demîrtaş a ji bo rayagiştî parve kir. Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: "Pêşketina çanda demokrasî û aşitiyê divê esas bê girtin.
“Divê li gor daxwazin hemû derdorên civakê Qanûna Bingehîn bê amadekirin, tenê li ser lihevkirineke du partiyan Qanûna Bingehîn nayê amadekirin.
“Di van rojên ku qetlîam, şidet zêde dibin de, divê dengê aşitiyê zexmtir û bilintir bibe."
(ÇT/YO)