Ji bo nûçeya Tirkî
Bloka Aştiyê bangî parlementerên ku ji bo rakirina parêzbendiyan dengê neyînî dane re kir û got:
‘Serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin û di nav 110 parlementeran de cih bigrin’
Teklîfa rakirina parêzbendiya parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin li meclisê hat qebûlkirin. Niha di rojevê de jî cih girtiye ku li dijî wê teklîfê serî li Dadgeha Makeqanûnê were dayîn.
Ji bo bi awayekî komî serî li Dadgeha Makeqanûnê were dayîn, divê herî kêm îmzeya 110 parlamenteran hebe. HDPê ji bo serlêdana komî, bangî parlementerên CHPê kiribû ku îmze bidin.
Parlementerên HDPê û ji CHPê jî Sezgîn Tanrikulu ji bo betalkirina wê teklîfê duh (26ê Gulanê) serî li Dadgeha Makeqanûnê dan. Serlêdan bi awayekî ferdî û cuda cuda hat kirin.
‘Di nav 110 parlementerên aştîxwaz de cih bigrin’
Bloka Aştiyê di daxuyaniya xwe de got: ‘Destûr nedin ku hêviyên bo aştiyê werin şikandin û di nav 110 parlementerên aştîxwaz de cih bigrin.’
Bloka Aştiyê di daxuyaniya xwe de bangî parlamenterên ku ji bo teklîfa rakirina parêzbendiyan dengê neyînî dane re kir û got: ‘Li hemberî hemû zextan, ji bo demokrasî û aştiyê we dest danî ser wicdana xwe û dengê neyînî da. Niha divê pêngaveke din jî were avêtin.’
‘Destûr nedin ku zemîna ji bo aştiyê were tinekirin. Ji bo di bin banê meclisê de çareseriya pirsgirêka kurd pêk neyê, rê digirin. Destûrê nedin vê yekê.’
‘Li hemberî girtina dehan parlamenteran û ji hêla qesrê ve berterefkrina meclisê, bêdeng nemînin.’
‘Em dîktaya yek kesî, şer, kuştin û nefretê na; pirrengî, azadî, demokrasîyê û di beriya her tiştî AŞTIYÊ dixwazin!’
(YO)