Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê ji bo 10 bajarên ku bandora erdhejên 6ê Sibatê lê bûne Rewşa Awarte(OHAL) ragihandibû. Serokomar biryarnameya duyem ya têkildarî OHALê îro weşandiye.
Di biryarnameyê de têkildarî tedbîrên di warê tenduristiyê de tên girtin rêziknameyên taybet hene.
Li gorî biryarnameyê, dermanfiroşên ku pîşeya xwe bi awayekî serbest dikin, navendên firotina alavên tibî, saziya optîsyeniyê, navenda protez û ortezên pêşkeşkirî, navenda alavên bihîstinê û kargehên weke labaratuarên proteza diranan dixebitin, li bajarên ku OHAL lê hatiye ragihandin dê li cihên ku walîtiyan guncav dîtine an jî di wesayîtên mobîl de û li gorî şêwaz û esasen ji hêla Wezareta Tenduristiyê e hatine destnîşankirin wê destûra xebatên wan bên dayîn.
Dê di pêvajoya OHALê de, dermanxaneyên serbest ên li bajarên Semsûr, Hatay, Mereş û Dîlokê û navçeyên Islehiye û Nûrdagiyê, li gorî pergala şopandina dermanan û usûl û qaîdeyên Wezareta Tenduristiyê, wê ji vê rewşê muaf bin.
Lê di dema daxwaza dermanên dikevin ber reçeteya sor û kesk de, divê qeydên lênûsa reçeteyan bi awayekî rêk û pêk werin kirin û reçeteyên tên dayîn jî mînakeke wan bê veşartin. Di tevahiya OHALê de li van bajar û navçeyan dermanfiroşên ku pîşeya xwe bi awayekî serbest dikin, navendên firotina cîhanê tibbî, muesseseya optîsyeniyê, navenda protez û ortezên pêşkeşkirî, navenda cîhazên bihîstinê û kargehên weke labaratuarên proteza diranan dixebitin dikarin ji biryarê muaf bên girtin. (TY/AY)