Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî Biryarnameya Derbarê Waliyan de îmze kiriye û ev biryarname di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Li gorî vê biryarnameyê, Walîyê Rihayê Abdûllah Erîn, Waliyê Bolûyê Ahmet Ûmît, Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, Waliyê Amedê Munîr Karaloglû, Waliyê Bartinê Sînan Guner, Waliyê Kayseriyê Şehmûs Gunaydin, Waliya Ûşakê Fûnda Kocabiyik, Waliyê Karamanê Mehmet Alpaslan İşik û Waliyê Ispartayê Omer Seymenoglû weke "sermifetişên walî-milkiyeyê" hatine tayînkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, bi biryarnameyê Alîkara Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Kubra Guren Yîgîtbaş ji bo Afyonkarahîsarê, Midûrê Giştî yê Bajaran Huseyîn Kurşat Kocabiyik ji bo Edîrneyê, Wekîlê Midûrê Giştî yê Têkîliyên Bi Civaka Sivîl re Erkan Kiliç ji bo Bolûyê, Serokê Lijneya Teftîşê Tûran Ergûn ji bo Ûşakê, Alîkarê Midûrê Giştî yê Rêveberiya Bajaran Nûrtaç Arslan ji bo Bartinê, Qeymeqamê Çankayayê Hûdayar Mete Bûhara ji bo Kirşehirê, Sermifetîşê Milkiyeyê Bîrol Ekîcî ji bo Kirklareliyê, Qeymeqamê Kagitxaneyê Mustafa Koç ji bo Nîgdeyê, Qeymeqamê Gazîosmanpaşayê Nûman Hatîpoglû ji bo Tokatê û Mifetîşê Milkiyeyê Tûncay Akkoyun jî ji bo Karamanê wek walî hatiye tayînkirin.
Bi biryarnameya ve Waliyê Edîrneyê Ekram Canalp bûye Waliyê Êlihê, Waliyê Mêrsînê Alî Îhsan Sû bû Waliyê Amedê, Waliyê Meletiyê Aydin Barûş bû Waliyê Ispartayê, Waliyê Afyonkarahîsarê Gokmen Çîçek bûye Waliyê Qeyseriyê, Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn bûye Waliyê Meletiyê, Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan bûye Waliyê Mêrsînê, Waliyê Nîgdeyê Yilmaz Şîmşek bûye Waliyê Sêwasê, Waliyê Sêwasê Salih Ayhan bûye Waliyê Rihayê, Waliyê Kirklareliyê Osman Bîlgîn bûye Waliyê Şirnexê û Waliyê Tokatê Ozan Balci jî bû Waliyê Wanê.
Yekem Waliya sergirtî hatiye tayînkirin
Bi biryarnameyê re Savaş Unluyê ku li şûna Serokê Serokatiya Koçberiyê ya Wezareta Karûbarên Hundir wekîltî dikir û Bariş Goçmezê ku li şûna Midûrê Giştî yê Teknolojiyên Zanyariyan wekîltî dikir, ji bo van wezîfeyan hatine tayînkirin.
Waliyê Kirşehîrê bûye Serokê Lijneya Kontrolkirinê, Mifetişê Maliyeyê Selçûk Aslan jî bûye Midûrê Giştî yê Rêveberiya Bajaran.
Bi biryarnameyê re Alîkara Wezîra Malbatan û Polîtîkayên Civakî Kubra Guran Yîgîtbaş bûye Waliya Afyonê. Bi vê biryarê re, Yîgîtbaş bûye yekem Waliya sergirtî. (EMK/FD)