Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzera Sirri Sureyya Onderî, Arzu Eylem Kayaoğluyê ji bianetê re eşkere kiriye ku biryara tehliyeyê ji bo Onderogluyî hatiye dayin.
Ji ber axavtinên wî yên di dema Newroza 2013ê de doz li Sirri Sureyya Onder, parlamenterê berê yê Enqereyê û li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doz hatibû vekirin.
Bixwîne - Dadgeha Destûrî: Mafê azadiya xweîfadekirina Sirri Sureyya Onderî hatiye binpêkirin
26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 7ê Îlona 2018ê de 4 sal û 8 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh cezayê girtinê jî li Onderî birîbû.
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Stenbolê ev biryar di 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de pesend kiribû. Onder di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê
(PT/MB)