Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
22yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topaloglûyî, her du nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê, biryara tehliyeyê daye. Her du rojnameger ji meha Kanûna Pêşiyê û vir ve girtî bûn.
Dadgehê bi biryara tehliyeyê re her weha diyar kiriye ku dadgehkirina wan wê di 15ê Çiriya Pêşiyê de berdewam bike.
Eser û Topaloglû roja 29ê Çiriya Paşiyê dema ji buroya Ajansa Mezopotamyayê derdiketin hatibûn desteserkirin. Di 3yê Kanûna Pêşiyê de jî derketibûn pêşberî heyeta dadgehê û 3yem Dadgeriya Silh û Cezayan biryara girtina wan dabû.
Her du rojnameger bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û serdanên wan ên ji derveyî Tirkiyeyê û dozên li wan vebûne weke sedema girtina wan hatibû diyarkirin.
Eser xistibûn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Topaloglû jî ya Metrîsê. Topaloglû paşê jî biribûn Girtîgeha Sîlîvriyê. (HA/FD)