Fotograf: Alptekin Dursunoglu / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
49em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Yakin Dogû Haberê daye ku bi tohmeta “dijminantî û kîndarî xistiye nava gelî de” 50 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Dadgehê 1000 TL cezayê pereyan lê biriye.
Îro Dûrsûnoglû derketiye pêşberî dadgehê û hatiye dadgehkirin. Dadgehê bi tohmeta ku “pesnê sûc û sûcdaran daye” 50 roj cezayê girtîgehê lê biriye lê ev ceza kiriye 1000 TL cezayê pereyan û biryara tehliyeyê daye.
Çi bûbû?
Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê malpera Yakin Dogû Haberê bi sedema hin parvekirinên li ser medyaya civakî hatibû girtin. Dûrsûnoglû bi tohmeta ku bi mesajên xwe yên li ser medyaya civakî “dijminatî û kîndariyê di nava gel de ava dike” hatibû girtin.
Malpera Yakin Dogû Haberê bi weşana xwe ya mixalîf tê naskirin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê de rexne dikir.
Dûrsûnoglû roja 29ê sibatê hatibû desteserkirin.
Derbarê Alptekîn Dûrsûnoglûyî de
Rojnameger, nivîskar. Berpirsê Giştî yê Weşanê yê malpera Yakin Dogû Haberê. Şerê Cîhanê yê Çarem û Rojhilata Navîn, Rêkeftina Stratejîk Çîroka Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û hin ên din nivîsandiye. (HA/FD)