Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara tehliyeya Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Kevin ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daye.
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmê ya Stenbolê 4 sal û 8 meh cezayê girtinê yê Demîrtaşî di 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de pesend kiribû. 26em Cezayê Giran a Stenbolê ev ceza li Demîrtaşî birî bû.
Demîrtaş niha li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê girtî ye.
Parêzerên Demîrtaşî gotibûn ku ew amadekiriyê ji bo danişîna Daîreya Mezin a DMMEyê dikin û wê beşdarî danişîna îro nebin. Dadgeha DMMEyê wê di 18ê Îlonê de pêk were.
Ji ber axavtinekê ceza lê hatibû birîn
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, ji ber axavtina Demîrtaşî ya 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2005an di kanaleke televizyonekê de kiribû, îdianame amade kiribû. Dozgerî îdia kiribû ku Demîrtaşî “propagandaya rêxistinê kiriye”.
Demîrtaş wê demê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ê Amedê û Berdevkê Platforma Demokratîk a Amedê bûye.
28ê Îlona 2010an, 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 10 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî birî bû, lê cezayê wî hatibû taloqkirin.
Dadgeha Bilind jî ev biryar pesend kiribû. Demîrtaşî serî li DMMEyê dabû. (AS/FD)