Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo Leyla Guven Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku piştî di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018ê de li Colemergê weke parlamenterê HDPyê hatiye hilbijartin, biryara tehliyeyê hatiye dayin. Biryar ji hêla 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatiye dayin.
Leyla Guven bi hinceta parvekirin û daxuyaniyên wê yên derbarê operasyona li ser Efrînê 22yê Kanûna Paşiyê li Amedê li mala xwe hatibû desteserkirin. 31yê Kanûna Paşiyê jî hatibû girtin.
31 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji ber beşdariya wê ya 14 civînên çapemeniyê û ji ber beşdariya merasîmên cenazeyan doz lê vekiribû.
Di du îdianameyên ku hatine amadekirin de bi tohmeta “Avakirin û birêvebirina rêxistina çekdar”, “Kirina propagandaya rêxistinê”, û “Endamtiya rêxistin” ji bo Guvenê ji 17 sal û nîvan heta 31 sal û nîvê cezayê girtîgehê tê xwestin.
Derbarê Leyla Guvenê de
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet. (HK/FD)