Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇMê ya sala 2021ê ya Edeneyê hate betalkirin.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) xwest ku bi sedema 30emîn salvegera xwe di 24ê Çiriya Pêşiya 2021ê de li Edeneyê konserê li dar bixe. Lê belê walîtiyê ev konser qedexe kiribû. Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li dijî vê biryarê doz vekiribû. Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Edeneyê bi sedema “cewhera maf ji holê radike” biryara walîtiyê betal kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di biryarê de wiha hatiye gotin:
“Heke çalakiya konserê mebesta xwe derbas bike û rewşeke xeternak derxîne holê jî, girtina tevdîran û heke hewce kir bidawîkirina çalakiyê dikeve ber peywira hêzên ewlekariyê."
"Lê belê bêyî ku sedemên bisînorkirinê yên di Destûra Bingehîn de û peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digirin hebin, bi awayeke ku cewhera azadiyan ji holê radike biryara qedexeyê hatiye dayîn. Ev biryar, hiqûqî nîne.”
Ji sala 2019an û pê ve li 16 bajaran 28 çalakiyên kurdî hatine qedexekirin.
(AY)