Fotograf: AA
25 deştên li Êlih, Bayburt, Bursa, Elezîz, Mereş, Qers, Meletî, Mûş û Nîgdeyê weke "qada parastinê ya deşta mezin" hatine diyarkirin.
Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê vê mijarê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku “Hin deştên ji hêla çandiniyê ve dewlemend in. Lê ji ber hezaz, qirêjî, bikaranîna wan a nebaş û şaş dewlemendiya axa wan kêm dibe.
“Ji bo ku rê li ber van tevgeran bê girtin û hin deşt bên parastin biryar hat dayîn ku ew bên parastin.
Li gor vê biryarê deştên wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatine diyarkirin ev in:
"Li Êlih Deşta Kersosê, li Bayburtê deştên Aydintepe, Beşpinar, Demirozu û Yazibaşiyê, li Bursayê deştên Gulluce, Îznik, Orhanelî, Orhangazî û Melîkê, li Elezîzê deştên Karakoçan û Kovancilarê, li Mereşê deştên Altinyayla û Yeşîlovayê, li Qersê deştên Akyaka Demirkent, Dîkme û Susuzê, li Meletiyê deştên Eymîr Kizik, Kale û Yeniceyê, li Mûşê deştên Bulanik, Lîz û Milazgirê, li Nîgdeyê deştên Emînlîk û Hacibeyliyê." (FD)