Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauertê eşkere kiriye ku biryara nedana vîzeyê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê biryara Qesra Spî û Wezareta Karên Derve bûye.
Bixwîne - Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Amerîkayê dê vîzeya hatina Tirkiyeyê nede
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî ji bo balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê John Bassî gotibû “Em wî wek nûnerê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê nabînin.”
Bixwîne - Dozgerîyê ji bo xebatkarekê dî jî yê Balyozxaneya Amerîkayê biryara desteserkirinê da
Berdevka wezaretê li ser van gotinên Erdoganî gotiye:
“Em bi balyozê Bass serbilind in ku li Tirkiyeyê kar dike... Ew yek ji dîplomatên me yên herî baş e.”
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(EKN/MB)