Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Bûrsayê (Istînaf) biryara xwe ya derbarê dadkirina Hayrettîn Pîşkînî de aşkere kiriye ku Pişkîn ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî dihate dadkirin.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Çanakkaleyê bi sedema parvekirinên derbarê operasyona li ser Efrînê yên di Facebookê de, 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li Pîşkînî birî bû. Dadgeha Îstînafê ev biryar qebûl nekir û biryara beraetê ji bo Pîşkînî daye.
Dozgerî di nêrîna xwe ya dawiyê de diyar kiribû ku “parvekirinên li ser medyaya civakî rexne ye û bang ango daxwaznameya tundkariyê nakin”. Dadgehê jî li gorî vê nêrînê tev geriya ye û biryara beraetê ji bo Pîşkînî daye. Her weha biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê jî rakiriye.
Akademisyenên Aştîxwaz jî bi tohmetî tên dadkirin
Parêzer Încî Încesagir piştî danişînê ji bianetê re axivî û got ku Akademisyenên Aştîxwaz jî bi heman tohmetê tên dadkirin û dibe ku ev biryar di dadkirinên wan de bibe mînak.
2 sal û 6 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Hayrettîn Pîşkîn bi sedema rexnekirina operasyona li ser Efrînê û helwesta muxalefetê li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsek par ve kiriye. Di wê nivîsê de nirxandin ji nêrînên Troçkiyî jî hatibûn par ve kirin. Piştî parvekirina nivîsê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” ji ber xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) doz lê hate vekirin.
Pîşkîn 25ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê hate girtin û 2 mehan di girtîgehê de maye.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Çanakkaleyê 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li Pîşkînî birî ye. Li ser vê biryarê parêzerên Pîşkîşîn dosye biribûn ber destê dadgeha Istînafê. (AS/FD)