Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hefteya çû, dadgehê di doza qetlîama Vartînîsê de biryara girtina Bulent Karaoglû, Fermandarê Alayê ya Cendermeyan ê navçeyê dabû, lê Karaoglû heta niha nehatiye girtin.
Bixwîne - Di doza Vartînîsê de dadgehê biryara girtina fermandarî daye
Di 21ê Îlonê de li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê dadgehkirina qetlîama Vartînîsê ji nû pêk hatibû. Heyeta dadgehê biryar dabû ku Karaoglû, tekane bersûcê dozê, were girtin.
Dadgehkirin wê 4ê Çiriya Paşiyê ya 2021an dewam bike.
Kadîr Karaçelîk, parêzerê malbatê û Serokê Baroya Mûşê, bi Dîndar Karataş, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya re axiviye û gotiye ku, divê bi rengekî berfireh li Karaoglûyî bigerin û wî demildest bigirin.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.
Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.
Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye. (AS/FD)