Serdozgeriya Komara Stenbolê ragihand ku malpera nûçeyan ya T24 û hesabên wê yên medyayên civakî bi biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ya 1emîn hatine girtin.
Hat ragihandin ku di sala dawî de li T24ê 118 naverok hatine weşandin û Serdozgerî van naverokan di çarçoveya “propagandaya LGBT” de nirxandiye.
Biryara girtinê ji bo pêkanîna wê ji Serokatiya Ewlekariya Sîber re hatiye şandin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komara Stenbolê de hate gotin:
“Di çarçoveya lêpirsîna ‘Malbata min ewle ye’ ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Stenbolê ve tê meşandin de, malpera nûçeyan ya T24 û hesabên wê yên medyayên civakî, ku di sala dawî de 118 naverokên bi taybetmendiya propagandaya LGBT hilberandine, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ya 1emîn ve hatine girtin. Biryara girtinê ji bo pêkanîna wê ji Serokatiya Ewlekariya Sîber re hatiye şandin.”
(FY)

