Parlamentoyê pêşniyara dirêjkirina dema wezîfeyê ya Hêzên Artêşa Tirkan(TSK) li Lîbyayê ji bo 24 mehên din pejirandibû. Biryar pejirandinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ji bo tezkereya Lîbyayê AKP, CHP, MHP, Partiya Yenî Yol û İYİ Partiyê dengê "erê" û DEM Partiyê jî dengên "na" dabû. Tezkere bi vî awayî, ji aliyê Meclîsê ve hat pejirandin.
Biryara ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin, li ser bingeha nediyariya siyasî û bê aramiya berdewam a li Lîbyayê, peymanên hevkariya ewlehiyê yên di navbera Tirkiye û Lîbyayê de hatine îmzekirin û pêwîstiya berdewamiya piştgiriya ji bo hikûmeta Lîbyayê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin hatiye amadekirin. Biryar dê ji 2ê Kanûna Paşîn a 2026an pê ve ji bo 24 mehan derbasdar be.

Balafira Serfermandarê Lîbyayê ket: Serfermandar Al-Haddad jî di nav de 5 kes mirin
(EMK/AY)
