Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan roja ku qeyûm li cihê wê hat wezîfedarkirin, derbarê wê de biryara desteserkirinê hat dayîn. Orhan duh sibê ji bo îfadeyê çû Rêveberiya Emniyetê ya Bajarê Tûnceliyê.
Orhanê li vir îfade da û piştî karên îfadeyê qediyan şandin edliyeyê. Orhan piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê şandin Dadweriya Cezê û Aştî ya Nobedar. Dadweriyê biryara berdana Orhanê da.
Cezayê girtîgehê li şaredarên Pulur û Dersîmê hat birîn
Îfadeya Bîrsen Orhanê ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya ku "kîn û dijminahî xistiye nava gel" û "Heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye" hat girtin.
Bîrsen Orhan pişt re bi heman hincetê sewqî Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Tunceliyê hat kirin.
Dadweriyê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Orhanê da.
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxweyî di 22ê Mijdarê de bi sedema ku Dadgeha Cezayê Giran a Tûnceliyê bi tohmeta ku "endamên rêxistina terorê ne" cezayê girtîgehê li şaredarên Dêrsim û Pulurê birîye, ji wezîfeyê girtibû.
Dadgeha Cezayê Giran a Dersîmê di 20ê Mijdarê de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigulê CHPyî birîbû.
Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul ku serbi CHPyê ye jî ji heman dosyayê dihat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Wezareta Karên Navxweyî di 22ê Mijdarê de ji ber vê sedemê herdû şaredar ji wezîfeyê girt û li cihê wan qeyûm wezîfedar kir.
(HA/AY)