Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan roja ku qeyûm li cihê wê hat wezîfedarkirin, derbarê wê de biryara desteserkirinê hat dayîn. Orhan vê sibê ji bo îfadeyê çû Rêveberiya Emniyetê ya Bajarê Tûnceliyê.
Orhanê li vir îfade da û piştî karên îfadeyê qediyan şandin edliyeyê. Orhan dê li vir jî îfadeyê bide dozger.
Li gorî biryara dozgeriyê yan dê ji vir bê berdan yan jî wê bişînin dadgehê.
Cezayê girtîgehê li şaredarên Pulur û Dersîmê hat birîn
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxweyî di 22ê Mijdarê de bi sedema ku Dadgeha Cezayê Giran a Tûnceliyê bi tohmeta ku "endamên rêxistina terorê ne" cezayê girtîgehê li şaredarên Dêrsim û Pulurê birîye, ji wezîfeyê girtibû.
Dadgeha Cezayê Giran a Dersîmê di 20ê Mijdarê de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigulê CHPyî birîbû.
Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul ku serbi CHPyê ye jî ji heman dosyayê dihat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Wezareta Karên Navxweyî di 22ê Mijdarê de ji ber vê sedemê herdû şaredar ji wezîfeyê girt û li cihê wan qeyûm wezîfedar kir.