Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber ku agahiyê ji Girtîgeha Îmraliyê wernagirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
29 meh in ku agahî ji Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî nayê wergirtin ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa Fyê ya Îmraliyê tên girtin. Ocalan û girtiyên din herî dawî di 7ê Tebaxa 2019an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê û vir ve bersivê nadin serlêdanên parêzeran an jî serlêdanan wan nayên pejirandin.
Parêzeran di daxuyaniya xwe de got, “Tişta ji bo me girîng ew e ku em rasterast agahiyeke saxlem ji Ocalan û miwekîlên xwe werbigirin. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li vî sûcê nebûna ragihandinê û îşkenceyê bînin.”
4 sal di ser hevdîtina dawî re borî
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 12 salên dawî de bi tenê wan 5 caran hevdîtin li gel Ocalanî kiriye:
“Îro çar sal di ser hevdîtina me ya dawî re borî k udi 7ê Tebaxa 2019an de pêk hatibû. Ji 25ê Adara 2021an û heta niha jî ti agahî ji wî nehatiye wergirtin ku bi rêya telefonî bi birayê xwe re axivî bû û hevdîtin ji nişka ve qut bûbû û sedema wê nehatibû zanîn. Hemû hewldanên darazî, îdarî û yên din ên ji wê rojê heta îro me kirin, bi deste dewletê bêencam hatin hiştin.”
Her weha parêzeran got ku saziyên peywendîdar ên dewletê biryarên saziyên navdewletî yên ji bo bidawîkirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re a Abdûllah Ocalanî, bicih neanîne.”
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê her weha bang li rayedaran kir ku bila dest ji sûcê nebûna ragihandinê û işkenceye berdin û ji raya giştî ya demokratîk jî xwestiye ku li dijî vê rewşê baldar bin. (AS/FD)