Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xwediyên erdê derbarê birîna daran de doz vekiriye û gotine: “Bi qanûnên xwe nakin. Hiqûqa li vir cuda ye. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin.”
Birîna daran ku di sala 2019an de li Şirnexê bi hinceta çêkirina rêyên ber bi kalekol û baregehên leşkerî ve dihate kirin, hêj bênavber didome. Piştî Çiyayê Cûdî, cerdevanan li Herêma Bestayê jî bi hinceta “ewlehiyê” bi dehhezaran dar birîn. Bi hinceta “Herêma ewlekariyê ya taybet” qedexeye ku welatî bikevin gundên Cinîwer, Xerbigê Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsorê û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya û Girê Derîncê lê belê qirkirina daran a li van herêman bênavber didome.
Li gorî daxuyaniyên Baroya Şirnexê ji ber birîna daran ji sedî 7 qada hêşîn a herêmê tine bûye.
Birîna daran jî li ser Google Earthê hatine nîşandan û gotinên baroyê piştrast kirin.
Li gorî nûçeya Azad Altay û Ahmet Kanbal ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye, li dîmenên peykê de jî tê dîtin ku li herêmeke li bakurê rojhilatê Girtîgeha Şirnexê di 8ê Çiriya Pêşiya 2020an û 17ê Çiriya Pêşiya 2021an de qadeke daristanî ya mezin bi temamî tune bûye.
Di du wêneyên 18ê Hezîrana 2020an û 17ê Çiriya Pêşiya 2021an de li qadeke cuda ya heman herêmê hatine kişandin de jî heman rewş xuya dike. Qada ku berê di wêneyan de bi tevahî kesk xuya dikir, di nava salekê de êdî reng guherandiye.
Di wêneyên herêmên Besta yên cuda de jî qirkirina hatiye kirin bi aşkerayî derdikeve holê. Birîna bi sedan daran, di wêneyên 21ê Tebaxa 2019an û 17ê Çiriya Pêşiya 2021an de xuya dikin.
"Rantekî mezin heye"
Ji welatiyên herêmê yên erdê wan li qadên navborî heye û li dijî birîna daran derdikevin jê Zekî Irmez diyar kiriye ku çend sal berê ji bo birîna daran pêşniyar li wan hatibû kirin ku birîna daran bigirin ser xwe lê belê wan pêşniyar qebûl nekiriye. Îrmez wiha qala wê pêvajoyê kiriye. “Me jê re got ku dê darên xwe nebirin. Jixwe her sal dişewitandin. Ev 2-3 sal bûn hinek sekinî bûn. Di sala 2018’an de li Cûdî dest bi birîna daran kiribûn. Ev 2 sal in jî berê xwe dane Herêma Bestayê. Ji 2020-2021’an heta niha jî li deverên Baçuk, Xaykano, Çemê Mezin û Zirviyê daran dibirin. Niha jî berê xwe dan hêla Şax û Cinîwerê.”
Îrmez diyar kiriye ku wan ji bo pêşîlêgirtina birîna daran daxwazname dane û wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Li ser vê yekê jî berê me dan Rihayê. Em çûn Rihayê û me daxwaznameyên xwe dan. Em dîsa şandin Şirnexê. Me bi Midûrê Bajar re hevdîtin kir. Ji me re got; ‘Ev rewş ne bi destê me ye. Vê yekê bi sedema ewlekariyê dikin.’ Îhaleyên wan formalîte ne. Tevekan jî cerdevan dibirin. Me nexwest destûrê bidin. Lê ji me re gotin; ‘hûn destûrê bidin jî nedin jî em ê bibirin.’ Ne bi qanûnên xwe dikin û ne jî li gorî şertên di îhaleyê de tevdigerin. Li gorî îhaleyê tê gotin ku dê 10 ton dar bên birîn lê ev talan dikin. Qirkirineke mezin dikin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibirin lê ranteke mezin tê de heye.” (TY/AY)