Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Birêvebirên rojnameya BîrGûnê Îbrahîm Aydin û Berkant Gûltekîn bi sûcê “heqareta li serokkomarî” çûn girtîgehê. Dadgehê 21 meh cezayê girtinê da her yek ji wan.
Li gor nûçeya BîrGûnê ji ber ku dema serbestbûna bi şertê kontrola edlî bûye du sal çêdibe ew bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Xwediyê imtiyaza Bîrgûnê Îbrahîm Aydin û berpirsê weşanê Berkant Gûltekîn ji ber heqareta li serokkomarî bi Qanûna Cezayî ya Tirkan a 299. 21 meh ceza standibûn.
Bi vî rengî 120 doz li BîrGûnê hatine vekirin. (EA/MB)