Birayê Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdagê, Huseyîn Yuksekdag koça dawî kir. Fîgen Yuksekdag 8 sal in ji ber Doza Kobaniyê di girtîgehê de ye.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, sersaxî ji Yuksekdag re xwestin û bi bîr xistin ku di dema girtîbûna wê de bav û du birayên xwe jiyana xwe ji dest dane.
Hatimogullari û Bakirhan weha got:
“Em bi xemgînî hîn bûn ku birayê Hevseroka me ya berê ya HDPê û hevala me ya têkoşînê Fîgen Yuksekdagê, Huseyîn Yuksekdag koça dawî kiriye.”
“Birêz Fîgen Yuksekdag di dema girtîbûna xwe ya bi neheqî û bêhiqûqî ya li girtîgehê hem bav û hem jî du birayên xwe winda kirin.”
"Em ji bo Huseyîn Yuksekdag sersaxiyê dixwazin, êşa Fîgen Yuksekdag parve dikin û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin."
Ji ESPê peyama sersaxiyê
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) di peyama xwe ya sersaxiyê de weha got, “Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku birayê hevrêya me ya hêja, girtiya siyasî û Seroka damezrîner Fîgen Yuksekdagê koça dawî kiriye. Em sersaxiyê ji malbat, dost û hevrêyên wê re dixwazin.”
(EMK/AY)