Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku li Pirsûsa Rihayê 3 kes ji malbata Şenyaşarî kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn, 11 kes hatibûn desteserkirin. Ji van 11 kesan Celal Yildiz, birayê parlamenterê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî, Îbrahîm Şîmşek (xizmê parlamenterî), Mîkaîl Şîmşek (xizmê parlamenterî) û Muslum Yildiz hatine girtin.
11 kes du roj berê biribûn edliyeyê û li vir birayê parlamenter Yildizî, Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz piştî îfade dabûn dozgeriyê serbest bûbûn.
9 kes jî bi tohmeta "kuştina mirovan", "reşkirina delîlan" birine Dadweriya Aştî û Cezayan. Piştî îfade dane dadweriyê, dadweriyê biryara girtina 4 kesan daye û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest kiriye.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (RT/FD)