Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malpera Bîra Amedê (diyarbakirhafizasi.org) dest bi weşanê kir. Armanca malperê qeydkirina bîra Amedê ya bi dem û dewrên dirêj pêk hatî, geşkirina wê û berbelavkirina wê ye.
Anadolu Kültür digel Komeleya Parastin û Zindîhiştina Berhemên Çandî û Xwezayî yên Amedê vê malperê pêk tîne. Bi projeyeka bi heman navî (Bîra Amedê) mijarên xebatê dîroka şênber û ne şênber ya cihê bajar lê hatî avakirin e ku zêdetirî 6 hezar salan e bajar hatiye avakirin.
Di weşanên xwe yên pêşiyê de malperê cih daye mijarên wek “Bajarê li çaryana dîrokê” “Nexşeyên ji Amîdayê heta Caramitê nîşan didin”,”Dîroka seyyahan qeyd kirî”,”Amedê sikke behsa wê dikin”, “Mervanî: Beşeka di nava kevana dîrokê de.”
Ji bo çêkirina meydaneka agahî û belgeyên li ser Amedê lê hatîn berhevkirin û ew ji bo kêşana bala zanyar û eleqedaran hatî pêşkêşkirin, ji bo nifşên bên bîr zindî be beşdarbûna we gelek girîng e.
Ji bo hûn belge û koleksîyonên li ser dîrok, çand mîmarîya bajarî bi me re parve bikin hûn dikarin bi rêya [email protected] bi me re bikevin peywendîyê.
Projeya Bîra Amedê, bi piştgirîya Weqfa Gerda Henkel û Weqfa Chrestê tê pêkanîn.
(MB)