Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bindeqçin dê ji bo “edaleta ji bo bindeqan” ji Ordûyê bimeşin Gîresûnê. Bajarên Ordû û Gîresûnê du bajar in ku herî zêde bindeq li wan deran hene.
Partiya Komarê ya Gelî(CHP) meşê pêk tîne. Di roja yekem(duhî) de 600 kes beşdarî meşê bûn. Meş dê sê rojan bidome.
Sendîkaya Bindeqçinan(Findik-Sen) jî piştgiriya meşê dike. Serokê sendîkaya navborî, Kutsî Yaşar ji bianetê re axivî.
Yaşarî eşkere kir, dewletê ji bo meha Tebaxê diyar kiribû ku ew ê bindeqan bi 15 lîreyan bikire. Ofîsa Berhemên ji Axê(TMO) eşkere kir ku ew ê kîloya bindeqan bi 10-10,5 lîreyan bikirre. Li bazara serbest heta 8 lîreyan jî têne firotin.
“Bindeqçin herî zêde bi 10-10,5 lîreyan bindeqan difiroşin. Kakilên bindeqan li Stenbolê bi 70 Lîreyan têne firotin.”
Bindeqçinan eşkere kir ku divê bihayê kirrîna bindeqan bêne zêdekirin.(BK/MB)
Wêne: Mehmet Yaşar - Mehmet Yaşar - Bulancakhaber.net