Fotograf: AA
Ji bo nûçeya ingilîzî bitikîne
Bînalî Yildirim, Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Serokwezîrê berê aşkere kiriye, ku encama testa wî ya Covîd-19ê pozîtîf derketiye.
Bînalî Yildirim li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsiye û destnîşan kiriye, vê sibê ji ber bêhaliya laş ew û hevjîna wî Semîha Yildirimê serî li Nexweşxaneya Şehîr a Enqereyê dane.
Yildirimî weha gotiye, “Piştî ku me testa xwe çêkir encamê wê pozîtîf derket. Rewşa me baş e, çi tiştek neyînî nîne. Doktorên me xwestin em pêvajoyê di mal de derbas bikin. Em bi taybetî ji welatiyên xwe dixwazin bila tedbîrên paqijiyê, maske û mesafeyê pêkbînin. Em dua ji were dikin û dua ji we dixwazin.”(AY/FD)