Piştî ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu him ji serokwezîrtiyê him jî ji seroktiya partiya xwe îstifa kir, ji bo bijartina serokê giştî îro 2. Kongereya Asayî ya AKPê pêk hat.
Di kongreyê de ji bo hilbijartina serokê giştî, ji bilî Binalî Yildirim tu kes nebû namzet.
Encama dengdana ku ji no bijartina serokê giştî hatkirin, ji hela Bekir Bozdag ve hat diyarkirin. Bozdag diyar kir ku ji 1411 dengên hatine bikaranîn de 6 jê betal bûne û Binalî Yildirim bi 1405 dengan weke serokê giştî hatiye bijartin.
Ji HDPê re dawetiye nehat şandin
Kongeraya AKPê li Enqreyê pêk hat û ji çar aliyên welêt gelek kes beşdarê wê kongreyê bû.
Ji bo kongreyê 6 hezar dawetiye hatibûn amadekirin; konsulxane, sendîqe,saziyên sivîl û gelek partiyên siyasi jî diyariyê kongreyê kirin.
AAyê ragihand ku rêveberiya AKPê ji konsulxaneyên Misir, Îsraîl, Sûrî, Bangladeş û Rûsyayê, ji partiyan jî tenê ji HDPê re dawetiye neşandine.
Piştî kongre dest pê kir, ewil Ahmet Davutoglu paşê jî Binalî Yildirim axavtin kirin.
Davutoglu: Ez acizbûna we dibînim
Serokwezîr Davutoglu di kongreyê de axivî û dîsa ragihand ku biryara kongereyê ne ya wî ye.
Davutoglu got: ‘Ez beriya niha du car di kon reyan de derketime pêşberî we û di hilbajartinên her du kongreyan de jî ez serkeftî bûm. Lêbelê pêkhatina vê kongreya niha bi biryara min nebû. Ez dibînim ku hem hûn hem jî hemû gelê me derbarê vê mijarê de ji hêla vicdana xwe ve aciz e.’
Yildirim: Operayon dê berdewam bikin
Binalî Yildirim piştî Davutoglu derket ser dikê û axavtina xwe kir.
Yildirim got: ‘Em ji rêberê xwe Erdogan re û ji ber xizmetên pêk aniye Davutoglu re spas dikin.’
Binalî Yildirim derbarê şer û operayonên pêk tê de wiha got: ‘Heta hizûr pêk were dê operasyon dewam bikin. Bila gelê me rehet be, em dê mijara terorê ji rojeva Tirkiyeyê derxînin.’
‘Ya ku bi fiîlî pêk hat, divê bi hiqûqî jî were kirin’
Derbarê rewşa heyî de Yildirim wiha axivî: ‘Ya ku em îro pêk tînin divê bi hiqûqî jî were kirin. Riya vê yekê jî makezagoneke nû û sîstema seroktiyê ye.’
Erdogan peyam şand
Di kongeya AKPê de peyama Erdogan hat xwendin. AKPiyan dema peyama Erdogan dihat xwendin li ser piya guhdarkirin.
Herwiha wêneyên Erdogan, Davutoglu û Yildirim weke pankartên mezin di, li cihê ku kongre pêk tê de hat daliqandin.
(EKN/YO)