Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Derve yê Swêdê Tobias Billstromî piştî civîna wezîrên karûbarên derve yên welatên Skandînav û Baltikê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Billstromî behsa pêvajoya endamtiya welatê xwe ya NATOyê kir.
Li gorî nûçeya Reutersê, Billstromî duh civîn li Rîgayê, paytexta Letonyayê pêk anî di vê civînê de diyar kir Swêd hazir e beşdarî NATOyê bibe. Wezîrê Swêdî destnîşan kir û got, “em li bendê ne li Enqereyê pêvajoya pejirandinê dest pê bike.”
Meha Tîrmehê, di dema Civîna Serokan a NATOyê de, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û serokan li hev kir ku Tirkiye endamtiya Swêdê, di civîna meha Çiriya Pêşiyê ya Parlamentoyê de bipejirîne.
Çi bûbû?
Swêdê ji bo endamtiya NATOyê par serî lê dabû. Ji bilî Tirkiye û Macaristanê, hemû welatên NATOyê, ev daxwaz pejirandibû.
Di 10ê Tîrmehê de, dema Civîna Serokan a NATOyê li Vilnius, paytexta Lîtvanyayê pêk hat, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, bi serpereştiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergî civiyabûn. Di civînê de serokan li hev kiribû.
Tirkiyeya li dijî endamtiya Swêdê derdikeve, ragihandibû ku ew ê protokolên beşdarbûna NATOyê yên Swêdê, bişîne Parlamentoyê. (NT/FD)