Ji .bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber sûcê tecawizê, ji 3 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê dane aktorê DYAyî Bil Cosbyyî. Cosby şandine girtîgehê.
Zêdetirî 40 jinan giliyê Cosbyyî kiriye. Ji ber ku sala 2004ê dema mentorî ango şêwirmendî dikir, tiryak xistiye alkola Andrea Costandê, xebatkara kevin a Zanîngeha Templeyê û tecawiz li wê kiriye ceza li Cosbyyî birî ne.
Dadwer Steven T. O’Neillî dema biryar aşkere kiriye gotiye, “Niha dema edaletê ye. Mîrza Cosby, her tişt dizîvire û bi te ve têkildar dibe. Roja wê hat, dema wê hat.”
Cosbyyê ku 81 sal î ye wê li dijî biryarê serî li dadgeheke berjortir bike. Herweha daxwaza wî ya bi kefaletê nehatiye qebûlkirin û kelemçe li destê wî xistine û ew şandine girtîgehê.
Cosby sala 2005ê ji ber êrîşa cinsî derketibê pêşberî dadgehê, lê ji ber tunebûna delîlan serbest hatibû hiştin.
Ji ber dem di ser gelek sûcên li wî dihatin kirin derbas bûbû, Cosby nehatibû dadgehkirin. (ÇT/FD)