Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro li parlementoyê civîna çapemeniyê lidarxist û derbarê mijarên rovejevê de nirxandinan kirin.
“Peymana veşartî”
“Di pêvajoyeke ku 10 parlamenterên me di girtîgehê de ne nîqaşên guhertina makeqanûnê tê kirin. Rêbazekî bi vî rengî ya guhertina makeqanûnê nabe. Ev ne peymanekî civakî, peymanekî veşarî ye.
“Nîqaşên parlementeriya yêdek nîşan dide ku derbekirina li dijî meclisê dewam dike. Pêvajoya ku bi girtina parlementeran ve destpê kiriye, dixwazin bi paymaneke veşartî ve bi dawî bikin.”
“Çêkirina makeqanûnê nîn e, qanûna ji bo Erdogan e”
“Ya ku dikin, hewldana çêkirina qanûneneke bo Erdogan e. Ya ku dixwazin pêk bînin ji xwe diyar e. Lê derbarê rêbazê pêkanîna wê yekê de bi hev nakin. Dixwazin Erdogan biparêzin. . Niha hewl didin riyek bibînin ka vê yekê çawa bi civakê ve bidin qebûlkirin.”
Aborî
“Wê îro pakêta aboriyê diyar bikin. Pakêta aboriyê jî dê di çarçoveya OHALê de be. Krîza ku em rû bi rû ne di nav gel de bi awayekî zêde xwe daye der. Êdî pêwistiya Tirkiyeyê bi Kilavûxa Jiyana Bêkar heye.
“Tirkiye ber bi riyeke çewt ve diçe. Di vê rewşa hanê çewt de êdî girîngiya pakêtan nîn e. Her kes tişteke din tîne ziman. Wezîrên ji aboriyê berpirsyar tiştek tînin ziman lê seokomar û şêwirmendên wî jî tişteke din tînin ziman. Av dikeve nava keştiyê û ew ku êdî noqê bin avê bibe. Mafê ti kesî nîn e ku vê yekê li Tirkiyeyê bike.”
(YY/YO)