Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ya Navneteweyî (RSF) rapora xwe ya sala 2023an parve kir. Di raporê de hat gotin ku li Xezeyê 13 bi giştî 45 rojnameger dema nûçe şopandine hatine kuştin.
Her weha li gorî raporê ji 1ê Kanûna Pêşiyê ve bi giştî 521 rojnameger jî girtî ne. Hat destnîşankirin 9 rojnameger dema sûcên rêxistinî lêkolîn dikirin, 6 rojnameger jî dema sûcên gendeltiyê lêkolîn dikirin hatine qetilkirin. Her wiha di raporê de hat diyar kirin ku li Xezeyê 56 rojnameger hatine kuştin.
Di berdewama raporê de hat destnîşan kirin ku 54 nûnerên medyayê dîlgirtî ne, 84 winda ne û weha hatiye gotin: “Îsal 45 rojnamegeran hatin qetilkirin. Ji wan 23 jê li herêmên pevçûnê û 17 jî di şerê Îsraîl-Hamasê de hatin qetilkirin."
Nêzîkatiyên Îran û Tirkiyeyê wekyek in
Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiye û Îranê di nava salê de tim zexta girtin û berdanê heye û wiha pê de çû: “Di sala 2023an de li Tirkiyeyê rêya 43 rojnamegeran û li Îranê jî rêya 58 rojnamegeran bi girtîgehê ket. Ji 569 rojnamegeran jê 258ê wan li Çîn (Tevî Hong Hongê) Myammar, Balerus û Vîetnamê tên ragirtin."
Rewşa rojnamegerên Kurd
Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku rojnamevanên Kurd ji bo desthilatê “hedefên taybet” in û hat destnîşankirin ku di sala 2023an de 43 rojnameger ketin girtîgehan, 7 ji wan ji 1ê Kanûnê ber bi îro ve hêj jî girtî ne, 4ê wan “bi armanca tevdîrê” tên ragirtin.
Raporê wiha dom kir: “Ev hejmar bi awayeke zelal nîşan dide ku girtin bi armanca bêzarkirinê tên kirin.” RSFê bi bîr xist ku ev pêvajo berdewama Nîsana sala 2022an e ku di Nîsana 2023an de 13 rojnamegerên Kurd beriya hilbijartina Gulanê hatin girtin û piraniya wan piştî hilbijartinê hatin berdan.
Rewşa rojnamegerên jin
Li gorî raporê; li cîhanê ji 1ê Kanûna Pêşiyê ve 67 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne û Çîn, Balerûs û Myanmar tevî wekî hejmara mêran di hejmara jinan de jî li cîhanê di rêza yekem de ne. Li Çînê ji 121 rojnamegerên girtî, 14 jê jin in, li Balarûsê ji 39 rojnamevanên girtî 10 jê jin in. Hat gotin ku li Rojhilata Navîn ji bo rojnamegerên jin dewleta herî zêde zextan dide meşandin Îran e.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li cîhanê ji 8 cezayên herî giran 6 jê li rojnamegerên jin hatine birîn û ev agahî hatin parvekirin: “Ji Saî Zaw Thaike ya Myanmarê 20 sal, ji Xu Zhiyong a Çînê 14 sal, ji Niloofar Hamedî ya Îranê 13 sal, ji Maryna Zolatava û Lioudmila Tchekina ên Belarûsê 12 sal, ji Elaheh Mohammedî ya Îranê 12 sal, ji Floriane İrangabiye ya Burundî 10 sal û ji Valeriya Kastsiouhova ya Balerûsê re jî 10 sal ceza hat birîn. 31 rojnamevanên çalakiyên di 16ê Îlona 2022an ên 'Jin, jiyan, azadî' kirine nûçe, 5ê wan hêj jî (tevî Niloofar Hamedi û Elaheh Mohammadi) girtî ne."
Li cîhanê 54 rojnameger dîlgirtî ne
Di dawiya raporê de hat eşkerekirin ku li cîhanê 54 rojnameger dîlgirtî ne û hat bibîrxistin ku ji 7 rojnamegerên hatine ravandin 2yê wan hêj jî di destê rêxistinên ew revandî de ne.
Her weha Rapor wiha bi dawî bû: “Saleck Ag jiddou û Moustapha Koné li Maliyê, nûçegihanê fransî Olivier Dubois piştî çend mehên berdanê, di 7ê Çiriya Paşiyê de ji bakurê welat hatin revandin. Ji rojnamegeraan 38ê wan li Sûriyeyê, 9ê wan li Iraqê, 4ê wan li Yemenê, 1ê wan li Meksikayê dîlgirtî ne."
(HA/AY