289 dozên ku têkildarî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an hatibûn vekirin, tevahiya wan dozan ji aliyê dadgehên herêmî ve hatin bi encamkirin.
Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA), di roja ku hewldana darbeya 15ê Tîrmehê berdewam dikir de serdozgeriyên komarî lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo derbekaran biryarên girtinê dan.
Dadweriya Tirkiyeyê berî ku hewldana darbeyê were tepeserkirin, rayeya xwe ya qanûnî bikar anî da ku li dijî derbekaran pêvajoyên qanûnî bide destpêkirin.
Piştî temambûna lêpirsînan, 289 doz li dijî bersûcan hatin vekirin, di nav wan de endamên "Konseya Aştiya Li Welat" yên ku hewldana darbeyê plan û organîze kirin jî hene.
Hemû doz ji aliyê dadgehên herêmî ve bi encam bûn. 4 hezar û 891 bersûcan ceza wergirtin.
Ji bersûcan, hezar û 634 kes bi cezayê muebeta girankirî, hezar û 366 bi cezayê muebetê û hezar û 891 bersûc jî bi cezayên cûrbecûr hatin cezakirin.
Dadgehan 2 hezar û 870 bersûc beraet kirin û biryar dan ku "ceza ji bo 964 bersûcan ne hewce ye".
Ji dozên ku ji bo Dadgeha Bilind hatin şandin jê 224 hatin erêkirin yên din jî hîn li ber lêkolînê ne.
85 general û amîralên berê cezayê muebbeta girankirî stendin
Ji hezar û 634 bersûcên ku ji ber hewldana darbeyê hatine darizandin û bi cezayê muebbeta girankirî hatine cezakirin, jê 85 general û amîral, hezar û 116 efser, 9 polîs, 32 sivîl û 392 leşkerên ji pileyên cûda bûn.
Ji hezar û 366 bersûcên ku bi heman sûcdariyê bi cezayê muebbetê hatine cezakirin, 24 general û amîral, 536 efser, 9 polîs, 2 sivîl û 795 leşkerên bi pileya efser û çawişê pispor bûn.
Ji hezar û 891 kesên ku di dozên darbeyê de hatine darizandin û bi sûcên "endamtiya rêxistina terorîst a çekdar" û "alîkariya binpêkirina rêziknameya destûrî" cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, jê 26 general û amîral, 776 efser, 323 astsûbay, 156 polîs, 31 sivîl û 579 jî personelên leşkerî yên pilebilind bûn.
Ji 2 hezar û 870 kesên ku hatine beraetkirin, jê 24 general û amîral, 461 efser, 397 astsûbay, 615 çawişê pispor, 32 polîs, 1165 serbaz, 154 xwendekarên leşkerî û 22 jî sivîl in.
(EMK/AY)
