Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Arşîva Tûndkariya Çekdarî(Gun Violence Archive) bîlançoya heft mehên destpêka salê yên têkildarî bûyerên tûndkariya çekdarî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) aşkere kiriye.
Li gorî daneyan îsal li seranserê Amerîkayê 11 hezar û 132 bûyerên tundkariya çekdarî pêk hatine.
Di 7 mehên dawî de di bûyer û êrîşên çekdarî de 25 hezar û 190 kes mirine û 22 hezar û 162 kes jî birîndar bûne.
Di bûyerên ku polîs jî tevli bûne de 34 jê polîs 859 kes mirine û 218 jê polîs 706 kes jî birîndar bûne.
Di heft mehan de di bûyerên çekdarî de hezar û 48 zarok mirine û bi giştî 2 hezar û 617 zarok jî birîndar bûne.
Sala par di encama tûndkariyên çekdarî de li heman welatî 44 hezar û 362 kes miribûn û 38 hezar û 592 kes jî birîndar bûbûn.
(NT/AY)