Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor rapora UNICEFê ji sala 2010ê pê ve hejmara zarokên bi derê xwe ketine ser rêyan, bûye pênc qetê xwe.
Di salên 2010 û 2011ê de hejmara zarokên bi tenê ketîn ser rêyan 66 hezar bû. Di salên 2015 û 2016ê de ji 80 welatan zarokên bêyî malbata xwe bi serê xwe ketîn ser rêyan ji 300 hezaran zêdetir bûye.
“Zarok ketine di destên ticaran de”
Birêvebirê UNICEFê Justin Forsythî eşkere kir ku zarok nayêne parastin.
“Heke bi tenê zarokek jî bikeve ser rêyan ev tiştekê gelek giring e lê em dibînin ku hejmareka zêde ya zarokan li ser rêyan in û em mezinên wan zarokan naparêzin.
“Qaçaxçiyên bêwijdan zarokan ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin. Wan bi qaçaxî dibin welatên dî û wan wek koleyan difiroşin an jî mecbûrê fihûşê dikin.
*Di salên 2015-2016ê de li ser sînorê Meksîka-Amerîkayê 100 hezar zarokên bêkes hatine girtin.
*Di sala 2017ê de ji sedî 92yê wan kesên bi ser deryayê re çûyîn Îtalyayê zarok bûne.
*Di salên 2015-2016ê de 170 hezar zarokên çûyîn Ewropayê daxwaza mafên penaberiyê ji Ewropayê kiriye.
*Ji sedî 20ê qaçaxçiyan hevkarên ticarên mirovan in.(YY/MB)