Fotograf: AA
Pênc rêxistinên mafparêz ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin, bang li Wezareta Dadê û saziyên peywendîdar kirine. Mafparêzan gotine ku ji bo greva birçîbûnê bidawî bibe, Wezaret biberpirsiyarî tevbigere.
Yekîtiya Doktorana Tirkan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafen Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem bi vê armancê li Navenda Giştî ya IHDyê ya li Enqereyê civîneke hevbeş li dar xistine.
Di civînê de mafparêzan bal kişandine ser çalakiyên grevâ birçîbûnê ku ji 27ê Çiriya Paşiyê ya 2020an û vir ve li 107 girtîgehan dewam dike.
Girtî ji bo binpêkirinên mafan bidawî bibin, şert û mercên înfazkirinê yên giran bûne siviktir bibin û tecrît û îzolasyona ji zû de ye li ser Girtîgeha Îmraliyê bidawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Li girtîgehên Tirkiyeyê demeke dirêj e ku maf tên binpêkirin û ev bûye pêkanîneke daîmî. Piştî Qanûna Înfazkirinê de ya hejmar 7242yê bi sedema Pandemiyê hat guhertin, şert û mercên înfazkirinê yên girtiyên li gorî Qanûna Têkoşîna Dijterorê hatine girtin, girantir bûne û rewş zîviriye li dijî wan. Şert û mercên pandemiyê li ser zêde bûne û maf bêhtir hatine binpêkirin.
“Berê jî ji bo girtiyên li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewhelaya Wê Bilind a Îmraliyê girtî berê jê çalakiyên greva birçîbûnê pêk anîbûn, bi bandora van çalakiyan tecrît ji bo demekê hatibû rakirin lê ji 7ê Tebaxa 2019an û vir ve qedexeyên hevdîtinan careke din ketine meriyetê. Ev li dijî Rêzikên Mandelayî yên NYyê, pêşniyarên CPTyê û Qanûna Înfazkirinê ya Hejmar 5275ê ye. Divê Wezareta Dadê bi lez û bez van pêkanînên dijyasayî bidawî bike, çi bi parêzeran re çi yên bi malbatan re divê hevdîtin werin kirin.
“Ji bo dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin û li gorî rûmeta mirovan nêzîk bibin, îşkence û pêkanînên xirab, binpêkirinên mafan li gorî yasaya helwesta li dijî rûmeta mirovan ji holê werin rakirin, girtî bêyî dereng bikeve werin dermankirin, piştî vegera ji nexweşxaneyan şert û mercên karantînekirinê venegere şert û mercên tecrîtkirin û îşkencekirinê divê Wezareta Dadê, Wezareta Karûbarên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê, Saziya Kontrolkirina Saziyên Dewletê û saziyên peywendîdar biberpirsiyarî tevbigerin.”
5 saziyên navborî Komisyona Çavdêriyê ava kirine û wê ev komisyon rewşa heyî bişopîne û raporan amade bike. Her weha wê heman komisyon peywendiyê li nik sazî û dezgeyan deyne. (FD)