Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê meclîsê Bînalî Yildirimî li bernameyeka televizyonan gotiye ew ê 18ê Sibatê dest ji karê xwe berde.
Yildirim berbijarê Partiya Edalet û Pêşdeçûnê(AKP) yê serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye û dê ji bo berbijariyê dest ji karê xwe berde.
Wî diyar kiriye dema ew 18ê Sibatê bi awayekê fermî daxwaza berbijarbûnê dike ew ê di heman rojê de dest ji serokatiya meclîsê jî berde.
Yildirimî ji bo televizyona CNN Turkê bersiva pirsên Buket Aydinê daye û gotiye:
“Ez bi awayekê fermî ne berbijar im jî... Partiya min diyar kiriye ku berbijarê wê ez im. Ez pê aciz dibim ku minaqeşe l ser tişteka nehatî kirin tê kirin.”
Neyîna berbijarên HDPyê
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) diyar kiribû ku ew ê li Stenbolê berbijaran diyar neke li ser vê yekê Yilidirimî gotiye:
“Ji bo me ferq nake. Wan bivê bila berbijarên wan hebe nevê bila nebe. Stenbolê wêneyê giştî yê hemî Tirkiyeyê ye. Li Stenbolê ji her derên Tirkiyeyê xelk hene.”
“HDPyê bi vê yekê piştgiriya Millet İtifakıyê(Hevgiriya Gelî) kir. Bila ti kes dengê kurdan wek kewê qelandî nebîne.”
(EKN/MB)