Sputniknews ajanseka fermî ya dewleta Rûsyayê ye, nêzîkî sê salan e ku ew bi navê "Sputnîk Kurdistan" weşana bi zimanê kurdî jî dike, Rusyayê biryar daye Sputnik Kurdistanê bigire.
Birêvebirên Sputnik Kurdistanê Vehbi Gungor û Bayram şekerî li change.orgê kampanyaya “Bila Sputnik Kurdistan neyê girtin” daye dest pê kirin.
Îro(22.06.2018 – 12.00) jimara wan kesên piştgirî dayî kampanyayê û îmze kirî bûye 615, armanca kampanyayê komkirina 1000 îmzeyan e.
Hûn dikarin bi vê duvelankê piştgiriyê bidin kampanyaya navborî.
Nameya kampanyayê li jêr e:
“Me bihîst ku serwîsa Sputnik Kurdistanê ya bi Kurdî weşanê dike, ku bi ser Ajansa Nûçeyan a Navdewletî ya ‘'Rossiya Segodnya'yê ve ye, dê were girtin û em ji ber vê yekê gelekî xemgîn bûn. Îro bi taybetî di warê herêma Rojhilata Navîn de Rûsya çawa aktorekî girîng û sereke yê navdewletî ye, neteweya Kurd jî di warê herêmî de xwediyê mîsyoneke sereke û diyarker e. Rûsya jî baş dizane ku neteweya Kurd, yek ji neteweyên herî kevnare û qedîm ên herêma Rojhilata Navîn e. Bi heman awayî nabe ku neteweya Kurd were paşçavkirin, ji ber ku ew îro li Rojhilata Navîn xwediyê hêzeke mezin a siyasî, civakî, çandî, aborî û demografîk e.
“Çawa ku Serokê Dewleta Rûsyayê birêz Vladimir Putin jî di gelek daxuyaniyên xwe de anî ziman, peywendiyên di navbera Rûsya û neteweya Kurd de bi awayekî dîrokî her tim xweş bûye. Îro jî çi di warê Birêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê de çi jî di warê Kurdên li Sûriyeyê de, peweyndî û peymanên siyasî û aborî yên Rûsyayê ligel Kurdan hene û baş in. Dikare were gotin ku weşana Kurdî ya Sputnikê tevkariyê li van peywendî û peymanan dike û wan hîn xurt û geş dike.
“Bidawîkirina weşana Sputnik Kurdistanê teqez dê bi awayekî cidî bandoreke nerênî li ser peywendiyên Rûsyayê û neteweya Kurd bike. Divê baş were zanîn ku bi girtina Sputnik Kurdistanê Kurd dê bi awayekî bibandor û lez ji agahdarbûna polîtîkayên neteweyî û navneteweyî yên Rûsyayê mehrûm bimînin û herwisa dê nikaribin qadeke xurt a medyayê bibînin ku fikr û ramanên xwe yên derbarê Rûsyayê de bînin ziman. Serwîsa Sputnik Kurdistanê ev nêzikî 3 salan e weşanê dike û bi weşana xwe rastî eleqeyeke xurt a neteweya Kurd hatiye û ji bo gelek saziyên medayê yên Kurd bûye alternatîf û çavkanî. Ji ber van sedeman em hêvî dikin Sputnik Kurdistan dê neyê girtin û ji bo Rûsyayê û neteweya Kurd bibe qadeke girîng a agahî û zanyariyan.”
(MB)
Wêne: Manşeta Sputnik Kurdistanê, 22.06.2018, 12.00