Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Înîsiyatîfa “Haberin var mı?” (Te hay jê heye) xwestiye ku rojnamegerên girtî bila ji ber gefa koronavirusê serbest bên berdan.
Înîsiyatîfê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê rêjeya girtiyên li 389 girtîgehan ji sedî 121 e û gotiye rojnameger di nava xetereyê de ne.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Heta meha Kanûna Pêşiyê li girtîgehan ji sedî bêhtir rojnameger jî di nav de 208 hezar cezaxwar, 55 hezar jî girtî hebûn.
“Li gelek welatan ji ber gefa koronavirusê girtîgeh hatine valikir. Li Tirkiyeyê jî hikûmet ji ber heman metirsiyê xebatekê li ser dema girtinê dike. Lê bi qasî ku hatiye famkirin di vê xebatê de sûcên êrîşên cinsî, kesên tiryakê difiroşin, dizîtiyê, qaçaxiya bacê û bazirganiya mirovan hene.
“Rojnamegerên ku ji bilî pîşeya wan ti sûcekî wan ê din nîne, xwendekar û siyasetvan digel gefa nexweşiyê wê di girtîgehan de bimînin. Ev mijar beriya her tiştî li dijî xala wekheviyê ya Destûra Bingehîn e.”
Înîsiyatîfê bang li rayedaran kirine û otine ku kesên ji ber firk û ramanên xwe û ji ber nûçeyên xwe hatine girtin ango rojnameger divê demildest werin berdan. (HA/FD)