Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di 36emîn Konferansa Giştî de ku di sala 2011an de li dar ket, li ser pêşniyara Komîsyona Agahdarî û Têkiliyê, 13ê Sibatê wek "Roja Radyoyê ya Cîhanê" ragihand.
Radyoyê nêzîkî 100 sal berê dest bi weşanê kir. Her çiqas hin kes wekî amûrek nostaljîk a ragihandinê bibînin jî, Radyo hîn jî çavkaniyek girîng a agahdariya nûjen, nûçe û muzîkê ye.
Li gorî daneyên portala îstatîstîkên online Statistayê yên 2025an, Fînlandiya xwedî rêjeya herî bilind a guhdarîkirina radyoyê ye ku ji sedî 77 e. Ev rêje li Yewnanistan û Portekîzê ji sedî 72, li Awistiryayê ji sedî 70 û li Sirbistanê jî ji sedî 68 e.
Li gorî Lêkolîna Xûyên Bikaranîna Medyayê ya Medyametreyê a RTUKê, li Tirkiyeyê rojane kêm zêde saetek û 40 xulek radyo tên guhdarkirin.
Lêkolîn bi beşdariya 15 hezar û 766 kesên ku temenê wan 15 salî û berjortir e li seranserê Tirkiyê hate kirin.
(TY/AY)
