Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
MGK di bin serpereştiya Serokomar Tayyîp Erdoganî de civiya. Civîn saet û 40 deqîqeyan domand. Di encama civînê de daxuyaniyek hat belav kirin. Li gorî vê daxuyaniyê, MGKyê ji bo hikûmetê ev xal pêşniyar kirine: Bila rewşa awarte dirêj bibe, bila Tirkiye qada xwe ya asmanî ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê re bigre û deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl radestî Iraqê bike.
Beşek ji daxuyaniya MGKyê wiha ye:
* Derbarê operasyona Hêzên Çekdar ên fermî ên Tirkan li Idlibê birêve dibin de agahî pêşkêşî lijneyê hatiye kirin.
* Gavên ku piştî referandûma ne rewa û destûra Iraqê binpê kiriye ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê li dar xistiye, hatine nirxandin, tedbîrên nû yên ku divê bên standin hatine gotûbêjkirin.
* Rewşa Awarte hatiye nirxandin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî hemû rêxistinên terorê yên weke FETO/PDY, PKK/PYD-YPG, DAIŞê li her deverên welat tê meşandin û ji bo berdewamiya tedbîrên bi armanca parastina azadî û mafên welatiyên me û prensîba dewleta hiqûqê pêşniyara dirêjkirina rewşa awarte hatiye kirin. (EKN/FD)