Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê got ku ew ê di hilbijartina serokomariyê de namzetê/a xwe diyar bikin û bila 6 partiyên mixalefetê yên bi navê maseya şeşqolî tên penasekirin, namzetê/a xwe bi şûn de bikişîne û piştgiriya namzetê/a wan bike.
Bûldanê di 7ê Kanûna Paşiyê de, di dema Kongreya rêxistina bajarê Qersê ya HDPyê de axivîbû û gotibû ku HDP wê namzetê/a xwe diyar bike û bi vê/vî namzetê/î bikeve hilbijartin. Ev daxuyanî demeke di rojevê de ye.
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê bersiva pirsên nûçegîhana bianetê Rûken Tûncelê da.
Bûldanê got ku "Ez bi ti şêweyî tevlî wan gotegotan nabim ku dibêjin, namzetê/a me wê bi kêrî AKPyê bê. Berovajî wê, mîna her carê, em ji bo rejîma AKPyê bidawî bikin, têk bibin, bloga AKP-MHPyê bişînin demeke dirêje têkoşînekê didin û em bi biryar in ku vê têkoşîna xwe di vê hilbijartinê de jî dewam bikim. Ez dixwazim bi taybet binê vê mijarê xêz bikim.
Pir tiştekî asayî ye ku bandora diyarkirina namzetê/a me çêbibe. Lewre heta niha kesên HDP gelekî hêsan didîtin, bi tenê mîna ku weke pîneyeke lê dinêrîn, ji bîr dikin ku HDP partiyeke siyasî ye yan jî HDP îradeyeke û bi vî rengî gotinên xwe dikirin û hewl dan vê nêrînê belav bikin.
Lê HDP îro sêyem partiya mezin a Tirkiyeyê ye û îradeyek e, hêzeke diyarker e. Di hilbijartina dawiyê de hêza xwe, îradeya xwe diyar kiribû û partiyeke wiha ye ku hîna bi heman îdiayê pêş ve diçe, vê îdiaya xwe her diçe mezin dike û wê di vê hilbijartinê de jî li gorî vê îdiayê diyar bike ku ew hêzeke diyarker e.
Ji ber wê ye ku ti sedemeke me nîne em namzetê/a xwe yê/a serokomariyê diyar bikin. Berovacî wê, gelek sedemên me hene em namzetê/a xwe diyar bikin.
Di hilbijartina Serokomariyê de em ê bi namzetê/a xwe bikevin pêşbirkeke gelekî mezin, ez vê gelekî zelal û vekirî dibêjim. Dibe ku namzetê/a Maseya şeşqolî, biryarê bide û piştgiriya namzetê/a me bide.
Wê namzetê/a me mirovekî/e wiha be ku hemû civaka Tirkiyeyê hembêz bike, bikaribe çareyê ji hemû krîzan, pirsgirêkan re bibîne û wê di vê mijarê de baweriyê bide, gelên Tirkiyeyê dê wê/wî qebûl bikin, bi rastî jî gelekî jidil û bikaribe li dengê ûcdanê xwe guhdar bike û dengê xwe bideyê.
Dibêjin bila namzetê/a we ji bo maseya 6 qolî xwe vekişîne, lê çima nabêjin bila mamzetê/a maseya şeşqolî xwe ji bo yê/a me xwe vekişîne? Bila maseya şeşqolî namzetê/a xwe vekirişîne, dengên xwe bidin namzetê/a me. Em gelekî zelal diaxivin. Namzetê/a ku em ê diyar bikin wê ji namzetê/a maseya şeşqolî gelekî tevgir, gelekî xwedî bawerî be û wê bang li ûcdana civaka Tirkiyeyê bike. Dibe ku namzetê/a me di dora duyem de bikeve pêşbirkê." (RT/FD)