Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komîsyona Zarokan, bi boneya sala perwerde û hînkirinê ya 2022-2023an, li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xistiye. Her weha sazî rêxistinê li bajarên herêmê têkildarî sala nû ya perwerdeyê daxûyanî dane û xwestine kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevberdevkên Komîsyona Zarokan Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz jî di civînê de amade bûne. Di daxuyaniyê de Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarê axivîye.
“Zimanê dayîkê mafekî bingehîn e”
Koçyîgîtê qala sala nû ya perwerdeyê kiriye û gotiye: “Em tevek dibînin bê ka di perwerdeyê de newekheviyeke çawa heye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên perwerdeyê jî perwerdeya veguhestinê ye. Bi taybet jî piştî 12ê Îlonê li Kurdistanê YÎBO hatin avakirin. Di van dibistanan de xwestin zarokên kurd asîmîle bikin û bikin neferên pergalê. Îro jî li gundan dibistan nayên çêkirin û zarokên kurd ji mafê perwerdeyê bêpar tên hiştin.”
Koçyîgîtê di berdewamê de bal kişandiye ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha domandiye: “Di halê hazir de yek ji hêmayên bingehîn ên perwerdeyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Lê li Tirkiyeyê ev maf bi qanûnan tê astengkirin. AKP hewl dide bi dersa bijarte binpêkirina vî mafî veşêre. Di perwerdeya bijarte de MEB’ê heta niha tenê 79 mamoste tayîn kirine ku dersa bijarte ya kurdî bidin. Ev jî nîşan dide ku di vê mijarê de qet jidil nînin û durûtiyê dikin. Em dîsa dubare dikin û dibêjin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafekî bingehîn e û dersa bijarte jî nikare cihê wê bigire. Ev nabe tercîhek. Heta ku ev pirgirêk çareser nebe, dê wekheviya di navbera herêman de jî bi dawî nebe.”
“Tunehesibandina zimanê dayikê ya di perwerde û qada cemaweriyê de, tunehesibandina wî gelî ye. Tê wateya tunehesibandina wî gelî. AKP ji bo qelskirina van mafan, çendek gavên xapînok diavêje.”
Li bajarên herêmê gelek sazî, rêxistin û partiyan bi boneya sala nû ya perwerdeyê daxûyanî dane û di daxûyaniyên xwe de daxwaza fermîbûna zimanê kurdî kirine:
Şirnex
Li navçeya Cizîra Şirnexê li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî hatiye dayîn. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûne. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e” û “Navê min xweza ye” hatine hilgirtin.
Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît diyar kiriye ku di sala nû ya perwerdehiyê de bi milyonan zarokên kurd nikarin perwerdehiya bi zimanê dayikê bigirin û wiha axivîye: “Dijminatiya li dijî kurdî ne tenê di pergala perwerdehiyê de ye. Di her qada jiyanê de ev dijminatî xwe dide nîşandan. Bi tunehesibandinê zimanê kurdî bi rêyên nû tê domandin. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin em bang li hemû kesên ku xwe weke mirov penase dikin, dikin; Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê li her qadê seferberî bê îlankirin. Divê em di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe mezin bikin.”
Riha
Rêxistina HDPa Rihayê bi daxwaza “Pişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” û “Li dijî pişaftinê perwerdehiya bi zimanê dayikê” li pêş Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîlîyeyê daxuyanî daye. Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman Omer Ocalan û parlamentera HDPê Ayşe Surucu, gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuayaniyê de pankarta bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” hatiye vekirin.
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Garîbe Yeşîl, bertek nîşanî qedexeyên li ser ziman daye û gotiye: “Di serdema nû ya perwerdehiyê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û bi awayekî qanûnî bê misogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo misogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina zimanê dayikê ye.”
Parlamenterê HDPê Omer Ocalan jî bal kişandiye ser êrişên li dijî kurdî û gotiye: “Kurd tevî hemû qedexeyan jî zimanê xwe didin jiyîn. Em dixwazin kurd bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin. Li dijî nasname û zimanê kurdî dijminatiyek heye. Îro bi milyonan zarokên kurd dest bi perwerdehiyê kir. Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin. Em hemû ziman û olan diparêzin. Pişaftinê bidin rawestandin.”
Piştî daxuyaniyê li avahiya partiyê têkildarî ziman panelek hate lidarxistin. Di panela ku parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar weke axivîner tev li bûn de nivîskarê kurd Salîh Mevalî jî moderatoriya wê kir. Di panelê de li ser girîngiya kurdî hate sekinandin.
Enqere:
Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xistiye. Rêveberên HDPê, Komelya Elewiyên Şoreşger (DAD), endamên komeleyan û gelek welatî başdarî daxuyaniyê bûne. Endama ANKA-DER’ê Nebahat Çalpan a di civînê de axivîiye, xwestiye ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û destnîşan kir ku divê di vê mijarê de têkoşîn bê dayîn.
Wan
Li Wanê 24 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, li Kolana Hunerê daxuyanî dane çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman kirdeya hest û ramanê ye em perwerdehîya bi Kurdî dixwazin” hatiye vekirin. Parlamentera HDPê ya Wanê Mûazzez Orhan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûne. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de perwerdekarê kurdî yê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Hunera Kurd (ARSÎSA) Seyît Kiliç xwendiye.
Kiliç bi bîr xistiye ku sala nû ya perwerdeyê îro dest pê kiriye û gotiye ku di 99 salan de dîsa zarokên kurd ji zimanê wan hatin dûr xistin û pişaftin. Kiliç, bi lêv kir ku ne tenê di saziyên perwerdehiyê de li ser hemû qadên civakî êrişek li ser kurdî heye û xwestiye zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
Her weha li navçeyên Erdîş, Şax û Seray ên Wanê jî bi heman daxwazê li pêş avahiyên HDPê daxuyanî hatine dayîn.
Mûş
Rêxistinên HDPê û DBPê yên Mûşê jî li pêş avahiya HDPê daxuyanî dane û gelek kes tev li daxuyaniyan bûne. Rêveberê HDPê Kerem Çitanak, xwestiye ku êriş û qedexeyên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin.
Mêrsîn
Şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê, ji bo sala nû ya perwerdehiyê pêşniyarên xwe yên çareseriyê û pirsgirêkên li tevahiya bajêr diqewimin raporak aşkere kiriye. Hevseroka HDPa Mêrsînê Bedriye Kûş û rêveberên ÎHDê beşdarî daxuayiya li avahiya şaxê hatiye dayîn bûne.
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sena Mêrsînê Mahmût Sumbul axivîye û qala pirsgirêkên ku xwendekar û mamoste dijîn kiriye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê