Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro 6ê Nîsanê, Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin e. Salvegera kuştina Hasan Fehmî, sernivîsar û midûrê karêbarên nivîan ê rojnameya Serbestiyê ye ku ji ber rêveberiya Îttîhat û Terakkiyê rexne kiriye di 6ê Nîsana 1909ê de li ser Pira Galatayê hatibû qetilkirin.
Hasan Fehmî li Tirkiye yekem rojnamegerê ku hatiye kuştin û ji sala 1997ê ev roj weke “Roja Rojnamegerên Hatiye Kuştin” hatiye qebûlkirin.
Dibe ku Hasan Fehmî li Tirkiyeyê yekem rojnamegerê hatiye kuştin be lê ne yê dawî ye. Li gorî hejmara Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ji roja Hasan Fehmî hatiye kuştin heta niha 66 rojnameger hatine kuştin ku hizrên wan ên siyasî ji hev cida bûn. Em hempîşeyên xwe silav dikin, û dixwazin bila failên kuştina wan, berpirsiyar werin dîtin û dadgehkirin.
Ji bo balê bikişîne ser rojnamegerên hatine kuştin û bêcezatiyê bianetê di sala 2012ê de dosyayek bi navê “Rojnamegerên Hatine Kuştin û Bêcezatî” amade kiribû. Emel Gulcanê ev dosye amade kiribû û di vê dosyayê de çîrokên 20 rojnamegerên di navbera salên 1990î û 2007ê de hatibûn qetilkirin heye.
Dê, bav, hevjîn, bira/xwişk, zarokên Hrant Dink, Izzet Kezer, Yaşar Parlak, Çetin Abayay, Orhan Karaagar, Ugur Mumcu, Mehmet Ihsan Karakuş, Metin Goktepe, Musa Anter, Mehmet Sait Erten, Hafiz Akmedir, Kemal Kiliç, Huseyin Deniz, Sayfettin Tepe, Cengiz Altun, Namik Taranci, Halit Gungen, Hatip Kapçakî behsa kuştinên wan, yên Ferhat Tepe û Nazim Babaogluyî behsa revandin/windakirinên wan, rojnamegeriya wan kirin. Her weha behsa têkoşîna ku piştî candana hezkiriyên ya li dijî bêcezatiyê kirin.
Ertugrul Kurkçu, Fetiye Çetin, Fusun Ozbilgen, Leena Reikko, Erol Onderoglu, Saniye Karakaş, Eren Keskin, Hulya Uçpinar, Ozcan Kiliç, Serap Işık, Ahmet Abakay, Husnu Ondul, Yavuz Onen, Yurdusev Ozsokmenler, Recep Kavuş, Turgay Olcayto, Naci Sapan, Helmut Oberdiek, Tahir Elçiyî derbarê bêcezatiyê nivîsandin.
Bila bêcezatî bidawî bibe!
(HA/FD)