Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) ya Stenbolê, ji bo dermankirina û tenduristiya Ekîm Polat, girtiyê nexweşiya wî giran e û li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Songul Îlker a ku ji bo daxwazên kurê wê were pêkanîn li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê çalakiya rûniştinê li dar xistiye, di civîna çapemeniyê ya duh de ji bo mafê kurê xwe yê dermankirinê bang li rayedaran kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Songul Îlkerê aniye ziman ku Ekîm Polat di girtîgehê de bi nexweşiya akromegaliya ku di nava gel de jê re dibêjin "Mirovê Dêw" ketiye û gotiye ku ji ber vê xetere ye ku Polat di girtîgehê de bimîne. Îlkerê wiha axivîye: "Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK)vê nexweşîna kurê min manîpule dike. Ji ber nexwelînê hemû organên wî zirar dîtine. Ji ber nexweşînê nikare lazmatiyên xwe peyde bike. Dermankirina Ekîm tê tê astengkirin.”
“Gefan lê dixwin”
Dayik Îlkerê bilêv kiriye ku Polat tevî nexweşiya xwe jî tim rastî gefên rêveberiya girtîgehê tê û wiha gotiye: "Midûrê girtîgehê gef lê xwarine, gotiye 'dê cenazeyê te ji vir derkeve.' Her wiha ji bo daxwaza kurê min a çûna qawîşê jî gotiye, 'bi şertê zirerekê bidî xwe em ê te bibin qawîşê.'"
Îlkerê destîşan kiriye ku ji bo dermankirina Polat divê Polat emeliyat bibe û bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir û got: "Bila cenazeyê kurê min ji girtîgehê dernekeve. Ji bo dermankirinê divê biçe nexweşxaneyê."
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)