Suryaniyên Ortodoks di sibeha 25ê Kanûna Pêşiyê de Cejna Yaldoyê, bi gotina "Brikh mavlodo d'moran" ku tê wateya "Cejna rojbûna xweda pîroz be" pîroz kirin.
Cejna Yaldo, ku bi zimanê Suryanî tê wateya zayînê, di heman çarçoweya Noelê de bi vêxistina mûman û xwendina duayên bi navê jidayikbûna Îsa Mesîh tê pîrozkirin.
Suryanî jî vê cejnê weke Yaldoyê bi nav dikin.
Beriya pîrozkirina vê cejnê bi 10 rojan, rojiyê digirin ku di van rojan de divê goşt, mast, penêr û tiştên weke van neyên xwarin. 25ê Kanûna Pêşiyê di saetên sibehê de li dêrên xwe pîroz dikin.
Heman cejn, di hin zimanan de weke Cejna Noelê jî tê zanîn. Gotin ji latînî tê ku koka wê Natalîs e û di wateya zayînê de ye.
Gotina Krîsmisê ango Christmas ji gotina Khristosa (Mesîh) Yewnanî û messaya latînî tê.
Suryaniyên ku li Stenbolê dijîn beşdarî ayîna Yaldo ya ku li Dêra Katolîk a Latîn ya Meryem Anaya li Bakirkoyê hat lidarxistin, bûn û ji bo Suryaniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne dua kirin û ji bo şer bi dawî bibe mûm pêxistin.
Suryaniyên Mêrdînê jî li Dêra dîrokî ya Kirklar a navçeya Artukluyê ji bo ayîna Yaldoyê hatin cem hev.
Li gundê Suryaniyan ê dîrokî Midinê ku ser bi navçeya Hezexa Şirnexê ye, gelê Suryaniyan Cejna Yaldo bi coş pîroz kirin.
(AEK/AY)